Îro 23ê Nîsanê ye, ango li Tirkiyê cejna zarokan e.
Lê ev cejn, ne cejna zarokên Kurd e.
Niha emê hin dîmenên li taxa Baxlarê ya Colemêrgê hatine girtin bînin ser ekranên we.
Hûnê bi çavên xwe bibînin, li Tirkiyê di rojeke qaşo cejnê de, çi tînin serê zarokên Kurd.
Polêsên ku dest werdidin çalakiyên protestokirina terora li ser DTPê, heta ku bînin ber mirinê, li zarokên Kurd didin û gulle berî wan didin..
Niha em dîmenên polêsên ku çavên wan sorbûne û çi tînin serê zarokê 11 salî, tînin ser ekranên we.
Bûyerên we li dîmenên wan temaşe kir, li taxa Colemêrgê Baxlerê rû didin.
Ji bo protestokirina terora dewletê li ser DTPê bi sedan kes, çalakiyeke protestoyî li dar dixin û polês êrîşê dibe ser xwepêşandaran.
ZArok jî di nav de her kes bû armanca êrîşa polêsan û li ser êrîşê girse belav dibe.
Lê mixabin zarokekî 11 salî weke ku hûn jî di dîmenan de dibînin, dikeve nav destê polêsan û polês heta wî bînin ber mirinê lê dixin.
Polês sîlehên bi xwe re jî bi kar tînin.
Polês zarokê ku birîndar kirin jî li naverastê dihêlin.
Rojnamevanên li cihê bûyerê zarokê birîndar radikin nexweşxaneyê.
Tevî vî zarokê 11 salî 3 kesên bi giranî birîndar bûn, şandin nexweşxaneya Wanê.
Bûyer jî li 11 taxên Colemêrgê belav bûn.
Li aliyê din bûyerên doh êvarê li seranserê Colemêrgê destpêkirî, dewam dikin.
AVRUPA GÖCMEN ISCILER FEDARASYONU – GENCLIGI
FEDERAYONA KARKEREN KOCBER EWROPA – CIWANen
AGIF_JUGEND