No War - No Refugee
No NATO - No Refugee

Country Information

Here you find background information on Guinea, Iran, Kurdistan, Türkei.

You are here

Aufruf 03.10 in Bremen: KURDISCH / Kurmanci

Penaber bi xêr hatin – Em li dijî regezperistî û siyaseta berbestkirinê ne
Li roja 3.yê cotmehê, hukûmeta elmanî, wê li bin dirûmşê ‚bila sinor nemînin‘ ketina dîwêr pîroz bike.

Di heman dem da, percan li derûdorên Ewropayê tên rakêşan û bilindkirin, sinor jî hember wan penaberan tên girtin, ku ji ber şer, zordarî û belengazîyê reviyane. Bi hêvîya destxistina jiyaneka birûmet li dûrî welêt, bi hezaran kesî canê xwe ji dest dan, çunkî rêkên qanûnî û ewle bo hatina Ewropayê tune ne.

FRONTEX BILA PENABERAN PAŞDE NEBE! HATINÇÛYINA SERBEST BO HERKESÎ!
Mirov ji ber sedemên rewa direvin. Şer, tundî, jinavçûna jîngehê, dîskrîmînasyon û destkurtîya bêsinor xelkî neçarî koçberbûnê dike. Jêderê gelek ji wan sedeman jî, her Ewropa bi xwe ye. Binemayê jiyara wan koçberan tê ji nav birin, bi rêka Yeketîya Ewropî û şîrketên wê yan jî ji bal wî çekê bo welatên koçberan tê şandin, ku beşek jê li Bremen tê berhemînan.

DIVÊT SEDEMÊN KOÇKIRINÊ NEMÎNIN!
Rêjeka gelek kêm ya koçberan xwe bi van welatên re digihînin, bi hêvîya destxistina jiyaneka tena û birûmet. Gelek ji rêja heman van kesan jî, ku digihin, herzû xiyalşkestî dibin. Kesên trawmabûyî dikevin ber êrişên komên terorîstan yên rastrew. Nazî êgir berdidin kempên penaberan. Pirî caran, hindek xelk jêderê hemû tirsên xwe bo koçberan vedigerînin û vê çendê bi rêka gotinên regezperist yan jî tundûtîjîyê derdibirin.

REGEZPERISTÎ Û TERORA RASTREW JI NAV BIBIN!
Ji alîyekî ve, Merkel pêşwazîya hatina penaberan dike, li alîyê din hukûmeta wê mafê man û penaxwazîyî bi rengekî zor dijwar asteng dike. Bi 10 hezaran kes wê ji mafê xwe bêpar bimînin, nikarin alîkarîya sosyal û çavdêrîya duxtoran bistînin. hukûmeta federal dixwaze rêkarên girtin û dersinorkirina penaberan berfirehtir lê bike, herweha gelek welatan wek wargehên ‚ewle‘ destnîşan bike.
Ew wisa didin diyarkirin, qaşo penaberên ‚rast’ û ,şaş’ hene: penaberên ‘rast’ xwedan bawername ne, ku bi kêrî abora welêt dihên. Penaberên ,şaş’ jî, Romayên Balkanê ne, ku li welatê xwe bi awayekî sistematîk rastî stem û vederkirinê tên. Em nahêlin mirov li dijî hev bên azirandin, wê em pêkve û bi tundî hember vê çendê rawestin.

BERTENGKIRINA MAFÊ PENAXWAZÎYÊ RABIWESTÎNIN, HEMAN MAF BO HERKESÎ!
Herçende, li Bremenê cihên guncayîtir jî hene, lê berpirsên siyasî van penaberan li kempên tije, holên werziş û di çadirgehan da bi cih dikin, ku penaber rastî rewşeke êkcar nexweş tên. Zêdebarî vê, zênata Bremenê wisa difikre, ku ji rast çadir xwe li ber sir û sermaya zivistanê digirin.
Rewşa wan penaberên ciwan, ku bi tena serê xwe hatine Elmanyayê, di mehên bihurî de, pir xerab bûye. Gelek ji wan hema hosa, wek mezin tên hesibandin, ji bo ku ji sistemê harîkarîya ciwanan bên avêtin, bo ciyekî din bên şandin yan jî dersinorkirin.
Standardên alîkarîkirina ciwanan û dana mafê perwerdehîyê ji mêj were herkesî venagirît.

REWŞA JIYANÊ A NEXWEŞ BILA BES BE – JIYANEKE BIRÛMET BO HERKESÎ!!
Hevsozîya xelkî bi penaberan re cihê balkêşîyê ye û hêvîbexş e, lê belê destpêşxerîyên xêrhatinê bitenê, têrê nakin. Lewra em dixwazin ku:
Penaber di cihên vehewandinê yên bi kom de, wek çadirgeh û holên werzişê, nehên bicihkirin!
Ji ber barê wan yê aborî, penaber demlidest di apartmanên kertê sosyal de bên bicihkirin!
KiTa û xwandigeh bo herkesî – divêt bêtir mamoste, perwerdekar û karmendên civakî bên erkdarkirin!
Nabît, bi awayekî hawanteyî temenek ji penaberên jêr 18-salî re bê destnîşankirin!
Parastina kesên bêgav – bi hîç rengekî, nabît mafê penaxwazîyê bê bertengkirin!
Ewropa bi diwêr neyê rapêçan! Rêka revînê vekin û sedemên wê nehêlin!
Em wê pevre hewla bidestxistina mafên xwe bidin!
Rabin, em pêkve li dijî regezperistîyê rawestin û daxwaza jiyaneke xweş bikin, bo herkesî!
Em Ewropayekî dixwazin, ku ji derve re vekirî be û me cîhanek divêt, ku têde ti kes nema bireve!

Campaign: 
Local group: 

Der Kampf von Flüchtlingen braucht Geld!

Die Karawane ist maßgeblich auf Spenden angewiesen. Unsere Organisation besteht überwiegend aus Flüchtlingen, die (wenn überhaupt) nur über sehr geringe finanzielle Mittel verfügen. Aus diesem Grunde haben wir 2008 den „Förderverein Karawane e. V.” gegründet. Unser Verein ist als gemeinnützig anerkannt und kann deswegen auf Wunsch Spendenquittungen ausstellen, so dass sie steuerlich absetzbar sind. Wenn bei der Überweisung die Adresse mit angegeben wird, verschicken wir die Spendenbescheinigung automatisch spätestens am Anfang des Folgejahres.

Kontakt: foerderverein(at)thecaravan.org

Unsere Bankverbindung lautet:
Förderverein Karawane e.V.
Kontonummer
: 40 30 780 800
GLS Gemeinschaftsbank eG
BLZ: 430 609 67

IBAN: DE28430609674030780800
BIC: GENODEM1GLS

Events

M T W T F S S
 
 
 
 
1
 
2
 
3
 
4
 
5
 
6
 
7
 
8
 
9
 
10
 
11
 
12
 
13
 
14
 
15
 
16
 
17
 
18
 
19
 
20
 
21
 
22
 
23
 
24
 
25
 
26
 
27
 
28
 
29
 
30
 
 

Syndicate

Subscribe to Syndicate